Li gorî agahiyên nefermî zêdetirî 10 hezar zarokan dersên Kurdî hilbijartiye
PeyamaKurd – Proseya dersên bijarte bo dibistinên navîn yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê doh 7ê Sibatê bidawî bû.
Îsal sazî û dezgehên sivîl ên Kurd bi piştevaniya medya Kurdî kampanyayeke xurt bo hilbijartina dersên Kurdî yên zaravayên Kurmancî û Zazakî pêk anîn ku di encamê de li gorî agahiyên destpêkê zêdetirî 10 hezar malbatan ji bo zarokên xwe dersên bijarte yên Kurdî hilbijartine.
Li gorî agahiyên destpêkê tenê li 39 dibistanan bi giştî 10 hezar û 63 xwendekaran dersên Kurdî hilbijartine.
Li gorî sîstema perwerdeya Tirkiyê ya bo dersên bijarte heger 10 xwendekar daxwaza dersekê bikin, divê ji bo wan poleke taybet were vekirin û herwiha mamoste jî bê tayînkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin