CENTCOM: Li Îranê zêdetirî 9 hezar armanc hatin jinavbirin

24 adar 2026 09:04

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku ji destpêka êrîşên li dijî Îranê ve, zêdetirî 9 hezar xal hatine jinavbirin.

CENTCOM: Li Îranê zêdetirî 9 hezar armanc hatin jinavbirin

RûpelNews - Di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê medyaya civakî yê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) hate weşandin, derbarê operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê de agahî hatin dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji destpêka êrîşan ve li seranserê Îranê zêdetirî 9 xal hatine jinavbirin.

'Zêdetirî 140 keştî hatin jinavbirin'

CENTCOMê ragihand ku, wekî beşek ji operasyonan, zêdetirî 140 keştiyên deryayî, di nav de keştiyên şer, zirar dîtin an jî hatim têkbirin.

Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku Amerîkayê di êrîşan de hêzên hewa, derya û bejayî bi kar anîne ku di nav de balafirên bombebaranê, balafirên şer, firokeyên bêmirov û sîstemên parastina moşekan cih girtine.