Rojhilat | Îran komên bi ser Hesda Seibî li bajarên kurdan bicih dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin, komeke ji 100 leşkerî ya girêdayî Heşda Şeibî ya Iraqê, bi navê Bizava Nuceba bo bajaroka Şino ya Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê hat veguhestin.
Li gor nûçeya AvaToday koma bi navê Nuceba ya 100 kesî ku ji Iraqê hatiye veguhestin li taxa Şakirî ya bajaroka Şinoyê li navenda leşkerî Emir Abadê hatiye bicihkirin.
Niştecihên Şinoyê dibêjin, Pasavanên Şoreşa Îranê koma Nuceba ji bo ku li dijî rêxistinên Kurd bide şerkirin anîye bajêr ku bi wesayîtên Zanîngeha Azad a Urmiyê bo deverê hatine veguhestin.
Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî Îranê komên mîlîsên şîe şandibûn herêmên rûbirûyî karesata lehiyê bûne û ev jî hatibû rexnekirin û parlamentarên Îranê gotibûn, anîna wan hêzan bêyî destûra hikûmet û parlamenê ye û dijî destûrê ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin