Hatimogullari: 4 hezar girtiyên siyasî dê bên berdan

30 tebax 2026 18:10

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari diyar kir ku dê 4 hezar girtiyên siyasî bi yasaya çarçoveyê ya pêvajoya aştiyê de bên berdan û da zanîn ku qanûn doza Kobaniyê jî di nav xwe de digire ku Selahattin Demirtaş ji vê dozê hatibû mehkûmkirin.

Hatimogullari: 4 hezar girtiyên siyasî dê bên berdan

RûpelNews - Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari li Îzmîrê beşdarî civînekê  bû û li ser pêvajoya aştiyê, yasaya çarçoveyê axivî.

"Yasaya çarçove doza Kobaniyê jî di nav xwe de digire"

Hatimogullari diyar kir ku yasaya çarçoveyê doza Kobaniyê ya ku Hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag ji ber vê dozê nêzîkî 10 sal in di girtigehê de ne di nav xwe de digire û wiha got:

"Kêmtirîn nêzîkî 4 hezar hevalên me dê niha ji vê yasayê sûd werbigirin û eger ev yasa bi awayekî rast were cîbicîkirin, 4 hezar girtiyên siyasî dê bên berdan. Her wiha, derbarê çarçoveya vê qanûnê de, pir caran ji me tê pirsîn ka gelo ew ê doza Kobaniyê jî li xwe bigire. Belê, ew pir zelal e. Ew ê doza Kobaniyê li xwe bigire. Lêbelê, bila ez vê yekê pir bi zelalî bibêjim. Diviyabû ku birêz Figen Yüksekdag  û birêz Selahattin Demirtaş ji mêj ve azad bûna û li nav me vegeriyana. Li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, diviyabû ku Figen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş, endamên Komîteya Rêveber a Navendî ya HDPê yên ku di doza Kobaniyê de hatin girtin, hemû hevalên me jixwe hatibana berdan. Lê ez dubare dikim, doza Kobaniyê jî dikeve çarçoveya vê qanûnê."

"Bi xêra fedakariyên berê li Îmraliyê hevdîtin tên kirin"

Hatimogulları amaje pê kir ku bi bedelên mezin ên zemanê berê hatine dayîn gihiştine asta îroyîn ku hevdîtin tên kirin û wiha got:

"Heger îro li Îmraliyê maseyeke danûstandinê hatibe danîn, heger îro li Rojava gihîştine qonaxeke diyar, heger îro li Şingalê gihîştine asteke diyar û heger gelê Kurd li Îranê bi rastî jî li seranserê Rojhilata Navîn niha gihîştine pozîsyoneke hevsengiyê, em qebûl bikin ku fedakariyên hatine kirin di vê yekê de roleke pir, pir girîng lîstine. 50 sal berê, li ser vê axê kurdan nedikarî bibêjin 'Ez kurd im'. Lê niha, serdema înkarkirina kurdan û muameleya li hember wan wekî ku tune ne, bi dawî hatiye."