Ji Kongreya Amerîkayê ji bo berdana girtiyên siyasî nameya Tirkiyê

18 gulan 2020 00:21
Ji Kongreya Amerîkayê ji bo berdana girtiyên siyasî nameya Tirkiyê

PeyamaKurd – 6 endamên Meclîsa Nûneran a Kongreya Amerîkayê ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo re nameyek şandin û xwestin fişarê li ser Tirkiyê bike daku di yasaya înfazê ya bi sedema pandemiya koronayê hatiye derxistin de guhertinê bikin û girtiyên siyasî jî bên berdan.

Endamên Kongreyê di nameya xwe de, bal kişandin ser siyaseta Tirkiyê ya dema koronayê bo girtîgehan û xwestin bi taybet; rojnamevan, çalakvanên siyasî û kesên ji ber ramanên xwe hatine girtin di çarçoveya yasaya înfazê de werin azad kirin.

Kongresmanan ji Pompeo xwestin, di vê derbarê de bi israr û rasterast fişarê li ser hikûmeta Tirkiyê bike.

Di nameyê de ji Pompeo re hat gotin ku di hevdîtina xwe ya ligel Çavuşoglu de, bangewaziyê li Tirkiyê bike û bixwaze di berdana girtiyan de bi awayekî adil tevbigerin.