Bakirhan: 3 hezar û 900 havalên me ji girtîgehê dê bên berdan
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan, derbarê hejmara kesên ku dê di ji 'qanûna çarçoveyê' istifade bikin de got: "Di qonaxa yekem de, nêzîkî 3 hezar û 900 hevalên me dê ji girtîgehê bên berdan."
RûpelNews - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan beşdarî bernameya T24 a li Tirkiyeyê bû û bersiva pirsên li ser mijarên rojeva da.
Bakirhan derbarê ka kî û çend kes dê bi 'qanûna çarçoveyê' ya pêvajoya aştiyê de hat derxistin îtîfade bikin de wiha got:
"Di qonaxa yekem de, dê nêzîkî 3 hezar û 800 heta 3 hezar û 900 hevalên me ji girtîgehê bên berdan. Em behsa qanûneke wisa dikin ku dê bandorê li 75 hezar lêpirsîn û dozên berdewam, 50 hezar lêpirsînên veşartî bike, ku bi giştî dike 125 hezar doz. Di qonaxa yekem de, kesên ku di sala 2005an û berê de bi cezayê heta hetayê yê giran an jî heta hetayê hatine mehkûmkirin ji vê yasayê dê îstîfade nekin û hejmara wan kesan jî 900 kesan e. Niha yasa kesên ji derveyî van 900 kesan dimînin dihewîne."
"Di cotmehê de dê gavên berbiçavtir bên avêtin"
Bakırhan amaje bi gavên ku dê di çarçoveya pêvajoyê de bên avêtin kir û bal kişand ser meha Cotmehê û wiha got:
"Bi civîna Parlamentoyê di Cotmehê de, bi îzna Xwedê, dê gavên berbiçavtir bên avêtin. Aştî ji her tiştî mezintir e. Gava ku mirov dest pê bike, rawestandin ne mimkun e. Em ketine qonaxekê ku piştî destpêkirinê nayê sekinandin."
"Demirtaş û Yüksekdağ, bi îzna Xwedê, dê bigihîjin kongreyê"
Bakırhan da zanîn ew li benda serbestberdana hevserokên berê yên HDP'ê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yüksekdag in, yên ku tevî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûrî yên ku binpêkirinan tespît kirine, nêzîkî 10 sal in di girtîgehê de ne. Bakırhan ev tişt gotin:
"Ji bo Demirtaş û Yüksekdag hewcedarî bi yasayê nîn e. Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê heye, ji ber vê yekê ew dikarin di nav saetekê de jî bên berdan. Hêvîdar im, ew ê ne tenê beşdarî wê kongreya mezin bibin, lê herwiha beşdarî kongreya 6ê Îlonê jî bibin. MHP jî wek me heman tiştî dixwaze. Hem Serok Selahattîn û hem jî Serok Fîgen, her wiha hemû hevalên me yên din, her dem di rojeva me de ne. Ev di heman demê de yek ji rojeveke girîng a Serokomar û hemû hevkarên me yên dewletê ye. Em ne tevgereke wisa ne ku hevalên xwe yên di pişt zindanan de ji bîr bikin."
"Neheqiyek e li hember birêz Erdogan û birêz Bahçeli"
Bakirhan li ser pirsa, "We bi hikûmetê re bazarî kir?" wiha bersiv da:
"Ev hem li hember birêz Bahçeli û hem jî li hember birêz Erdogan neheqiyek e. Ma serokê welatekî, serokê partiyeke pir girîng, dê were û li ser hilbijartinê bi me re bazariyê bike? Ma bi rastî ewqas erzan, ewqas hêsan e? Bawer bin, tiştekî wisa tune ye."
