Hat îddîakirin dê Trump McMaster ji wezîfeyê bigire
PeyamaKurd - Hat îddîakirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, wezîfeya Şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî li Koşka Spî General Herbert Raymond McMaster bidawî kiriye. Berdevka Koşka Spî Sarah Sandersê jî ev îddîa wek derew bi nav kir.
Li gor nûçeyên di medyaya Amerîkayê de derdikevin Trump, haziriyê dike ku Şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî McMaster ji Koşka Spî bişîne.
Li gor agahiyên ku bi çavkaniyeke nediyar ji Koşka Spî tên sipartin tê îddîakirin ku Serok Trump der barê şandina Herbert Raymond McMaster de biryara misoger stendiye. Tenê der heqê berendamên gengaz de lêkolînan dide kirin û ji bo guhertinê li benda dema rast e.
Ji hêla beşek saziyên medyayê hate diyarkirin ku ji bo Şêwirmendiya Ewlehiya Nîştimanî Trump, ji Katibê Xas John Kelly xwestiye ku di heqê berendaman de raporekê amade bike, hin organên medyayê jî radigihînin ki ev îddîa ne rast in, ji ber ku Trump haziriya wê yekê dike ku Kelly jî bişîne.
Ji Koşka Spî derewandin
Ji aliyekî din Berdevka Koşka Spî Sarah Sandersê, li ser hesabê xwe yê Twîtterê îddîayên şandina McMaster wek derew bi nav kirin.
Sandersê li ser mijarê cih da van îfadeyab: "Min niha bi Serok û General McMaster re hevdîtin pêk anî, berevajiyê agahiyan di xebatê de xwedî têkiliyeke baş in û di Konseya Niştîmaniya Ewlehiyê de tu guhertin tune.”
Tevî daxuyaniya Sarah Sandersê di medyaya Amerîkayê de îddîayên ku “McMaster tê hinartin” dewam kirin. Di medyayê de di nav berendamên gengaz de navê Nûnerê Daîmî yê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî John Bolton û Keith Kellogg ku hê jî Konseya Niştîmaniya Ewlehiyê de (NSC) karê xwe didomîne derdikeve pêş.
Serokê Amerîkayê Trump, sêşemba derbasbûyl wezîfa Wezîrê Karê Derveyî yê Amerîkayê Rex Tillerson bi dawî kiribû û di şûna wî de Dîrektorê Rêxistina Navendî ya Îstixbaratê ya Amerîkayê (CIA) Mike Pompeo hilbijartibû.
Trump 20ê Kanûna Paşîn a 2017an li koltixa Serokatiyê rûniştibû. Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmani yê pêşî Michael Flynn, di lêpirsîna Rûsyayê de bi sedema ku “derew kiribû” 13 Sibata 2017an îstîfa kiribû, Herbert Raymond McMaster hatibû cihê wî.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin