Hamasê bang li Îranê dike: Êrîşî welatên cîran neke

14 adar 2026 08:01

Piştî êrîşên Amerîka û Îsraîlê, Hamasê bang li Îranê kir ku ji êrîşên li ser welatên cîran dûr bisekine.

Hamasê bang li Îranê dike: Êrîşî welatên cîran neke

RûpelNews - Li gorî nûça Alarabiya, Hamasê duh daxuyaniyek fermî da û behsa nakokiya di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de kir.

Di daxuyaniya xwe de, Hamasê êrîşên Îranê yên bi dron û mûşekan li ser welatên cîran nirxand û diyar kir ku divê ev êrîş rawestin û mafê Îranê yê parastina xwe li gorî norm û qanûnên navneteweyî teqez kir.

Her wiha Hamasê di daxuyaniya xwe de, bang li civaka navneteweyî kir ku şerê berdewam bi dawî bikin.

Hamasê bang li rayedarên Îranî jî kir ku ji hedefgirtina welatên cîran dûr bisekinin û wiha got:

"Em piştgiriyê didin Komara Îslamî ya Îranê ku bi hemî rêbazên berdest li gorî norm û qanûnên navneteweyî bersiva vê êrîşê bide. Em bang li birayên xwe yên li Îranê dikin ku ji hedefgirtina welatên cîran dûr bisekinin."

Hemasê kuştina Xameneyî şermezar kiribû

Di roja yekem a şer de, Hemasê kuştina rêberê olî yê Îranê Elî Xameneyî wekî "sûcekî hovane" şermezar kiribû û bi eşkereyî piştgiriya wî ya demdirêj ji bo tevgera Filistînî qebûl kir.

Di daxuyaniyekê de ku yekser piştî mirina Xameneyî hate weşandin, tevgerê got, "Wî her cûre piştgiriya siyasî, dîplomatîk û leşkerî ji gelê me, doza me û berxwedana me re peyda kir."