Hamas û Îsraîl bo 6 mehan agirbesê ragihandin

21 gulan 2019 00:07
Hamas û Îsraîl bo 6 mehan agirbesê ragihandin

PeyamaKurd- Di navbera rêxistina Hamasê ku Şerîda Xezzayê di nib destê xwe de digre û Îsraîlê de piştî hevdîtinan bo 6 mehan agirbeseka demkî ragihandin. Ragihandina ku di kanala televizyona 12an ya Îsraîlê de hat ragihandin, bi navbeynkariya Neteweyên hevgirtî û Misrê bo 6 mehan agirbesekî hat ragihandin.

Li gor peymana navbera wan Hamas wê xwepêşandanên Fîlîstîniyan yên Şerîda Xezzayê ji sînor 300 metre dûr bigre. Li hember vê xalê wê Îsraîl mesafeya masvîvanên Xezzayê derbixe 15 mîlan û bihêle alîkariyên mirovî û tenduristiyê bigihê Xezzayê.

Di mijara piştraskirina vê nûçeyê de heya niha ji Hamas û Îsraîlê ti agahiye nehatiye dayîn.

Ji sala 2006an de heya niha 2 mîlyon Fîlîstîniyên Şerdîda Xezzayê di bin dorpêça Îsraîlê de ne.