Îsraîl û Lubnanê agirbest ragihandin

16 nîsan 2026 18:58

Serokê DYAyê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku di navbera Îsraîl û Lubnanê de agirbesteke 10 rojî hatiye ragihandin.

Îsraîl û Lubnanê agirbest ragihandin

RûpelNews - Di navbera Lubnan û Îsraîlê de agirbesteke 10 rojî hatiye ragihandin.

Trump ragihand: "Min nû bi Serokê Lubnanê Birêz Joseph Aoun û Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu re hevdîtinên pir berhemdar pêk anîn. Van her du serokan li hev kirin ku ji bo misogerkirina aştiyê di navbera welatên xwe de, ji saet 17.00 (Dema Rojhilatê ya DYA) ve, agirbesteke 10 rojî ragihînin."

Li Washingtonê hevdîtin pêk hatin

Hevdîtinên rasterast ên ku nûnerên Îsraîl û Lubnanê anîn cem hev, di 14ê Nîsanê de li Washingtonê bi mazûvaniya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio pêk hatin.

Ji bilî Rubio, nûnerên daîmî yên DYAyê li NY, Mike Waltz; Balyozê DYAyê yê li Beyrûtê, Michel Issa; Balyozê Îsraîlê yê li Washingtonê, Yechiel Leiter; Balyoza Lubnanê ya li Washingtonê, Nada Hamadeh-Moawad û berpirsê Wezareta Derve Mike Needham beşdarî hevdîtinên li Washingtonê bûn.