Îsraîl ji ser behrê avê pompeyî nav tunelên Hamasê dike

14 berfanbar 2023 01:05
Îsraîl ji ser behrê avê pompeyî nav tunelên Hamasê dike

PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê ragihand ku pompekirina avê ji nav deryayê bo tûnelên Hemasê yên li Xezzeyê dest pê kiriye.

Hate ragihandin ku wê tunel demeke nêz de tije av bibin û Hemas nikaribe ji wan tûnelan êrîşî Îsraîlê bike.

Li gorî nûçeya The Wall Street Journal a Amerîkayê, Artêşa Îsraîlê pompekirina avê ji deryaya Naverast bo tûnelên Hemasê dest pê kiriye û ew tunel hêdî hêdî tije av dibin û Hemas nikare wan bikar bîne.

Artêşa Îsraîlê bi vî awayî hewl dide, binkeyên binerd ên Hemasê ji nav bibe.

Artêşa Îsraîlê li ser tora platforma “X” ragihand, wan termê 2 kesên ji aliyê Hemasê ve hatibûn revandin peyda kirine ku keça bi navê “Eden Zekerya” û leşkerekî bi navê “Ziw Dad” in.