Hakan Fîdan: Divê Îsraîl guh bide banga me…
27 cotmeh 2023 23:37
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, îro 27ê Cotmehê di civîna hevpar a ligel Wezîrê Derve yê Denmarkê Lars Lokke Rasmussen de, got ku Îsraîl hiqûqa navdewletî binpê dike û divê guh bide banga wan a aştiyê.
Hakan Fîdan diyar kir ku divê alîkariyên mirovî bênavber derbasî Xezeyê bibin û got, “Îsraîlê hiqûqa navdewletî binpê dike. Nabe em li hember vê zilmê bêdeng bimînin... Ya ku em ji Îsraîlê dixwazin, guh bide banga me ya aştiyê ye.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan herwiha diyar kir ku divê Îsraîl tercîhekê bike û hebûna filîstîniyan û mafên wan nas bike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Fîdan: Divê zextên li ser Îsraîlê bên zêdekirin
23 adr 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin