Îranê bertek nîşanî Hakan Fîdan da: Axaftina wî xelet e
Îranê bertek nîşanî Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan da ku polîtîkayên herêmî yên Îran û Îsraîlê wek hevûdu bilêvkir. Ji bo Fîdan wiha hat gotin: "Fîdan velet diaxive, Divê rayedarên Tirkiyeyê xew ji helwesta ku polîtîkayên Îsraîlê rewa nîşan dide dûr bigirin."
RûpelNews - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî di dxuyaniya çapemeniyê de li ser şîroveyên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ên ku rola Îran û Îsraîlê li herêmê bi hev re didin ber hev nirxand û bertek nîşanî Fîdan da.
Bekayi got: "Ew cihê sosretê ye ku kesekî mîna Hakan Fidan wezîrê welatekî ku bi xwe gelek caran rastî polîtîkayên gef û tirsandinê yên Îsraîlê hatiye berawirdkirineke wisa şaş û xelet bike. Pêwîst e hevalên me yên Tirk çawa gihîştine berawirdiyeke wisa ecêb û neasayî, divê vê yekê îzah bikin."
Bekayi bang li rayedarên Tirk kir ku "analîzên xwe li gorî rastiyên heyî sererast bikin" û "ji dubarekirina gotarên ku polîtîkayên Îsraîlê rewa dikin, dûr bikevin."
Hakan Fîdan çi gotibû?
Di hevpeyvînekê de bi rojnameya The National re ya ku navenda wê li Ebu Dabî ye Fîdan, tekezî li ser pêwîstiya "rêzgirtina li serwerî û yekparçebûna axa hemû welatên herêmê" kir, kiryarên Îranê bi yên Îsraîlê re dan ber hev û wiha got:
"Bi salan e, Îran hebûna hêzên xwe yên wekaletî li herêmê wekî beşek ji siyaseta xwe ya ewlehiyê ya pêşwext nîşan dide; çawa ku Îsraîl dagirkirina hin beşên herêmê li ser bingeha ewlehiyê rewa dibîne."
