Hakan Fîdan, dê serdana Herêma Kurdistanê bike
PeyamaKurd- Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramî ragihand ku dê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, di nav vê hefteyê de serdana Herêma Kurdistanê bike.
Pêşewa Hewramî, di derbarê serdana Hakan Fîdan de ragihand ku tê payîn ev serdan di 24ê Tebaxê bê kirin û di serdanê de ligel serkirdeyên herêmê, hevdîtinên dîplomatîk bên rêvebirin.
Li aliyê din, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf jî serdana Hakan Fîdan a ji bo Bexda û Hewlêrê piştrast kir û got ku “Ev serdan ji bo gotûbêjkirina pêwendiyên herdu welatan û hemû pirsgirêkên navbera wan tê kirin.”
Sehaf da zanîn ku Hakan Fîdan dê 23yê Tebaxê li Bexdayê ligel Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudanî, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û hin rayedarên hikûmetê re bicive.
Tê payîn ku roja din jî heman hevdîtin ligel serkirdeyên Herêma Kurdistanê bên kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin