Hakan Fîdan bi serokê HTSê Golanî re civiya
22 berfanbar 2024 21:42
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan bi Serokê HTŞê Golanî yê ku li Sûriyê desthilatdarî girtibû re hevdîtin kir
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan li paytexta Sûriyê Şamê bi Ehmed El Şara (Golanî) re hevdîtin kir.
Cîgirê Wezîrê Derve Nuh Yilmaz, Berpirsê Demkî yê Balyozxaneya Şamê ya Tirkiyê Burhan Koroglu û Esad Hasan Şeyban ku weke Wezîrê Derve yê hikûmeta demkî ya Sûriyê hatibû destnîşankirin jî beşdarî civînê bûn.
Hakan Fîdan herî dawî di hevpeyvîna xwe ya bi televizyona El Cezîre re diyar kiribû ku dem hatiye ku "civaka navneteweyî ya ji NYê destpê dike" HTŞê ji lîsteya terorê derxîne. Fîdan îşaret bi wê yekê kiribû ku wê Tirkiye jî di vî warî de gavan biavêje.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Hakan Fîdan bi Serokê Komîsyona Hesdî Sebî Fayyad re civiya
26 cot 2025
Jiyan
Hakan Fîdan bi Serokê Hevpeymaniya Ezm a Iraqê re civiya
07 sbt 2025
Cîhan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêswazî li Hakan Fîdan kir
24 tbx 2023

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin