Haco: Ti caran wek vê carê fersendek nehatiye ji bo Kurdên Sûriyê

10 tîrmeh 2021 14:29
Haco: Ti caran wek vê carê fersendek nehatiye ji bo Kurdên Sûriyê

PeyamaKurd - Serokê Komîteya Pêwendiyên Karên Derve yê ENKSê Kamîran Haco di derbarê diyaloga Kurdî-Kurdî de axivî û diyar kir, divê Kurdên Rojavayê Kurdistanê hişmendiyekê pêk bînin ku di berjewendiya gelê Kurd de be û hişyarî da: “Ti caran wek vê carê fersendek nehatiye ji bo Kurdên Sûriyê û mimkin e ji destê me here bêyî ku destkeftiyek hebe.” Herwiha Haco destnîşan kir, diyaloga aliyên Kurdî di "berjewendiya stratejiya Amerîkayê" de ye.

Serokê Komîteya Pêwendiyên Karên Derve ya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Kamîran Haco ji Rûdawê re qala girîngiya diyaloga aliyên Kurdî yên Rojava ji bo zilhêzên cîhanê û sedemên rawestiyana wê diyalogê kir.

Serokê Komîteya Pêwendiyên Karên Derve ya ENKSê Kamîran Haco da zanîn, diyaloga yekrêziya aliyên Kurdî yên Rojava her çend ne di rêzên destpêkê de jî bo berjewendiyên wan, lê ji bo zilhêzên cîhanê girîng e, lê dibêje, divê aliyên Kurdî ji xwe bipirsin ka çiqas bûn alîkar ku ev diyalog serbikeve!

Kamîran Haco destnîşan kir, ew naxwaze alîyekî tohmetbar bike di vê mijarê de, lê tekez dike ku di heyama derbasbûyî de gelek kiryar hatin kirin ku dûrî rihê pêkanîna diyalog û tifaqê bûn “lewma divê em ji xwe bipirsin ka gelo em Amerîkayê bêhêvî dikin, an em dibin alîkar ku tifaq biçe serî.”

Li ser sedemên rawestana diyalogê û `sistbûn`a Amerîkayê jî Haco diyar kir, di demekê de diyalog berdewam bû, îdareya Amerîkayê guherî ku vê yekê bandor li ser diyalogê kir “Serpereştyarê diyalogê niha ne li vir e û dema vegeriya gav dê bê avêtin. Lewma tenê ji bo demderbaskirinê di vê mijarê de gav navêje, dît ku diyaloga Kurdî-Kurdî di berjwendiya stratejiya wê de ye.”

Li ser helwest û rola Rûsyayê jî derbarê diyaloga aliyên Kurdî de Kamîran Haco amaje bi wê ciyawaziya di navbera dîtina Rûsya û Amerîkayê ya di mijara Sûriyê de kir û da zanîn: ‘‘Lê tişta ku me ji aliyê Rûsyayê bihîstiye, piştgiriya miletê Kurd li Sûriyê dikin lê bi kîjan şêwe; federalîzm an tenê mafên siyasî û kulturî, wê bo Sûriyiyan bi xwe dihêlin. Lê her tim piştgiriya mafên Kurdan kirine.”

Serokê Komîteya Pêwendiyên Karên Derve ya ENKSê, derbarê girîngiya pirsa Kurd a li Sûriyê di qada navdewletî de jî behsa wê kir, taybet Ewropa berdewamiya helwesta Amerîkayê ye û eşkere kir: “Ew qala Sûriyeke demokratîk dikin, di çarçova Sûriya demokrat de, ne mimkin e yek ji pêkhateyên sereke bêmaf bimîne û ew vê yekê gelek bi zelalî dibêjin.”

Kamîran Haco diyar kir: “Eger proseya siyasî neçe serî, di baweriya min de dewletên mezin lihevkirinekî bikin û li ser herkesî ferz bikin. Ev senorya zêdetir îhtîmala wê heye, ji ber ku ne rejîm rikberiyê û ne rikberî rejîmê qebûl dike û di nav pêkhateyên Sûriyê bi xwe de jî gelek nakokî hene.”

Herwiha Serokê Komîteya Pêwendiyên Karên Derve ya ENKSê tekez dike, divê Kurd her tim bifikirin ka çawa dikarin berjewendiyên xwe û yên dewletên girîng ên herêmî û navdewletî nêzikî hev bikin, ne ku li dijî hev bin. Kurd bi giştî tevnagerin, eger tifaq çêbû stratejiyek dê bê danîn.”

Diyaloga aliyên Kurdî yên Rojava derdora 10 meh e rawestiyaye û li ser berdewamkirina diyalogê, Kamîran Haco dûpat kir: “Me roja yekem gotiye ku em amade ne. Ne me rê girtiye û êrîş kiriye. Lê bi vî şêweyî tifaq pêk bê em nagîhijin derekê. Divê hişmendî biguhere. Ne berjewendiyên aliyan, lê hişmendiyeke berfireh bo berjewendiyên miletê Kurd. Eger em bi vê hişmendiyê nêzîk bibin, tiştên baş dê bên kirin. Ti caran wek vê carê fersendek nehatiye ji bo Kurdên Sûriyê û mimkin e ji destê me here bêyî ku destkeftiyek hebe.”