Hêzên asayîsa Îranê, Kurdê bi navê Sebrî Îbrahîmî girtin û heya niha ti agahî jê tine ye

24 adar 2024 01:13
Hêzên asayîsa Îranê, Kurdê bi navê Sebrî Îbrahîmî girtin û heya niha ti agahî jê tine ye

PeyamaKurd – Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihand ku li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Oşnawiye (Şîno) kesê bi navê Sebrî Îbrahîmî (24) di 19ê Adarê de ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê de hatiye binçavkirin û heya niha kes nizane bê li ku derêye.

Li gor agahiyan; Sebrî Îbrahîmiyê ku ji gundê Alaqawaye bêyî ku biryara desteserkirina wî hebe, wî ji ciyê karê wî girtine.

Heya niha nehat zanîn bê çima hatiye destserkirin, sûcê wî çiye û niha li ku derêye nayê zanîn.