Guterres kustina sivîlan bi destê artêsê sermezar kir û bang li civaka navdewletî kir
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres li ser bûyerên doh 27ê Adarê yên li Myanmarê ku hêzên artêşê bi guleyên rastîn êrîşê xwepêşanderên dijî darbeya leşkerî kir û bû sedema kuştina bi dehan kesan, artêşa Myanmarê şermezar kir.
Berdevkê sekreterê giştî yê NY bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew rewş nayê qebûlkirin û bang li civaka navdewletî jî kir li dijî darbeyê xwedî vîneke yekgirtî bin û çareseriyeke lezgîn ji krîzê re bibînin.
Guterres di daxuyaniya xwe de anî ziman ku hêzên ewlekariya Myanmarê zarok jî di nav de bûye sedema kuştina gelek sivîlan û ew bûyerên tundiyê şermezar kirin.
Herwiha Guterres, bal kişand ser ku li Myanmarê binpêkirinên cidî yên mafên mirovan pêk tên û divê hesabê wê bê dayîn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin