Podolyak: Artêsa Rûsya nizane bi artêsên din re ser bike, lê di kustina sivîlan de bas e
PeyamaKurd – Şêwirmendê Giştî yê Serokatiya Ûkraynayê û endamê şanda muzakereyên ligel Rûsyayê Mihaylo Podolyak beriya biçe cihê hevdîtina şanda Rûsî li ser medya civakî daxuyanî dan.
Podolyak got, “Piştî çend xulekan em ê bi nûnerên welatê ku tundiyeke berfireh li dijî sivîlan wek arguman pêk tîne û bi wê jî bawer dikin re dest bi hevdîtinê bikin. Em îspat bikin ku ne wisa be.”
Şêwirmendê Giştî yê Serokatiya Ûkraynayê, herwiha ragihand ku di 12 rojên êrîşên Rûsyayê de, zêdetirî hezar û 500 xaniyên sivîlan, 202 dibistan û 34 nexweşxane hatine bombekirin.
Wî di berdewamê de Rûs wekî “Hovên sedsala 21ê” da nasîn û got ku niştîngehên ku bûne armanca bombeyan ji elektrîk, av û germkirinê bêpar mane.
Podolyak herwiha got: "Artêşa Rûsya nizane bi artêşên din re çawa şer bike. Lê di kuştina sivîlan de baş e.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin