Grama zêr daket bin 6 hezar lîreyê tirkî
Bihayên zêr li Tirkiyeyê her diçe dadikeve, grama zêr daket bin 6 hezar lîreyê tirkî.
|
Türkçe
RûpelNews - Demekê ku bihayên zêr li Tirkiyeyê zêdetir dibû lê d rojên dawîn de her diçe dadikeve.
Di 24ê Hezîranê de, saet di 16:02an de, bihayê gramek zêr ji bo kirînê bû 5 hezar û 961.39 lîreyê tirkî û ji bo firotinê jî bû 5 hezar û 962.36 lîreyê tirkî. Di encamê de, bihayê gramek zêr daketiye bin asta 6 hezar lîreyê tirkî ku ev ast wekî astengiyeke psîkolojîk tê dîtin.
Pêşketinên li bazarê û hêviyên aborî yên cîhanî bandorê li bihayê zêr dikin, di heman demê de veberhêner bi baldarî tevgerên bihayê dişopînin.
Bi vê daketinê zêr ji nirxê xwe ji % 3.15 ji dest da.
