Graham: Emê ji bo parastina Kurdan li Sûriyê bimînin

27 cotmeh 2019 23:46
Graham: Emê ji bo parastina Kurdan li Sûriyê bimînin

PeyamaKurd - Serokê Komîteya Derve ya Civata Nûnerên Amerîkayê, Lindsey Graham ragihand ku dê hêzên Amerîkayê ji bo parastina Kurdan li Sûriyê bimînin.

Graham di axaftina xwe ya îro de got, “Trump tekeziyê li jinavbirina DAIŞê dike û Kurd jî ji bo DAIŞ venegere rêgirîyê dikin.”

Lindsey Graham êrîşên Tirkiyê wekî dagirkerî pênase kir û diyar kir, “Dagîrkerîya Tirkiyê arîşe aloztir kirine û pêwîste bipirsîn hevkarîya Tirkiyê bo kuştina Baxdadî çi bandor dê hebe û li ser helwesta Trump li hemberî Tirkiyê.”

'Destpêka guhertina lîstikê ye'

Graham herwiha bal kişand ser ku bi kuştina Bexdadî qonaxeke nû dest pê dike û destpêka guhertina lîstikê ye.

Senatorê Amerîkî li ser pirsa Kurd bi Tirkiyê re jî got: “Pêwîste arîşeyên di navebera Kurdan û Tirkiye de bên çareserkirin û devereke aram ji bo parastina Kurdan li bakûra Suriyê bê avakirin.”