Senator Graham: Di parastina Kurdan de baweriya min bi Tirkiyê nîne
PeyamaKurd - Senatorê Amerîkî Lindsey Graham ku demek berê ji bo biryara vekişîna ji Sûriyê ji nû ve binirxîne û nehêle Kurd ji ber êrîşkariya Tirkiyê werin qetilkirin, bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re civiyabû dîsa derbarê parastina Kurdan de daxuyanî dan.
Graham di bernameya televizyona CBS a Amerîkayê de, li ser Sûriyê kêfxweşiya bo bicihanîna daxwazên wî ji aliyê Trump ve anî ziman û got, di mijara parastina kurdan de baweriya Amerîkayê bi Tirkiyê nayê, ji ber wê jî heta parastina Kurdan neyê garantîkirin, Amerîka ji Sûriyê dernakeve.
Senator Lindsey Graham destnîşan kir, 3 armancên Amerîkayê li Sûriyê hene ku yek ji wan, dema Amerîka ji Sûriyê derket parastina Kurdan were misogerkirin e daku Kurd rastî komkujiyê neyên.
Graham got, “Di vî warî de baweriya min bi Tirkiyê nîne ku Kurdan biparêze. Ev tişt mîna wê ye ku tu ji Putîn bixwazî lêpirsînê li Beşar Esed bike. Armanca duyem ya Amerîka ew e ku DAIŞ bi temamî were şikandin û nikaribe car din serê xwe rake. Ya sêyemîn jî divê Îran nikaribe sûdê ji wê valahiyê bistîne.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin