"Girtiyên Îranî ji sedî 70ê tawanbarên hisbirê ne"

12 mijdar 2018 23:17
"Girtiyên Îranî ji sedî 70ê tawanbarên hisbirê ne"

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li Îranê girtiyên li zindanan ji sedî 70ê wan tawanbarên hişbirê ne.

Serokê Dadgeriya Îranê Sadiq Larîcanî, diyar kir ku zîndanên Îranê ji hecmê xwe zêdetir girtiyan dihewînin û ji sedî 70ê zindaniyan tawanbarên hişbirê ne.

Larîcanî got, ji bo ku barê zindanan sivik bibe divê girtî cezayên xwe li derveyê zindanan bikişînin û ev dê ji bo derûnî û civakîbûna wan gelekî bisûd be.