Fuad Husên: Divê hemû hêzên siyasî ji bûyerên hefteya borî dersê bistînin!
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û bûyerên hefteya borî yên li herêma Kesk a Bexdayê de, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya ku îro 6ê Îlonê ji aliyê Wezareta Derve ya Iraqê ve hatiye belavkirin de, hat diyarkirin ku Fuad Husên pêşwazî li Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê ya karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf û şandeya ligel wê kiriye.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, gotûbêj li ser pêwendiyên dualî û pirsgirêkên hevbeş û rêyên çalak kirina hevkariyên di warên cuda de hatiye kirin û piştevaniya Amerîkayê ji bo seqamgiriya Iraqê ya ji aliyê siyasî, aborî û ewlehiyê de jî hatiye teqez kirin.
Wezîrê Derve yê Irqê Fuad Husên di hevdîtinê de gotiye: “Mercên siyasî yên Iraqê û ew bûyerên hefteya borî li navçeya Kesk pêk hatin, ziyaneke mezin gihandiye proseya siyasî ya Iraqê, ji ber wê jî pêwîste hemû hêzên siyasî wane ji wan bûyeran werbigrin û aştiya civakî biparêzin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin