Fuad Husên ji bo civîna Hêzên Hevpeymana Navnetewî serdana Îtalya dike
28 hezîran 2021 15:59
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên, di çarçoveya beşdariya civîna Hêzên Hevpeymana Navnetewî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê, serdana Îtalya dike.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf diyar kir: ‘‘Fuad Husên îro 28.06.2021ê ji bo beşdarî civînê bibe gihîşte Romayê.’’
Ehmed Sehaf da zanîn, di cîvînê de guftûgo dê derbarê hewldanên hevbeş ên tekoşîna dijî DAIŞê de bên kirin.
Berî niha Wezareta Karên Derve ya Îtalyayê bi beyanameyekê eşkere kiribû, dê Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken serokatiya civînê bikin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Fuad Husên û Michael Rigas civiyan
03 brf 2025
Jiyan
Fuad Husên û Abbas Arakçî rewsa herêmê gotûbêj kirin
25 adr 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin