Fransa: Bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Hikûmeta Sûriyê ve belgekirî ne
13 nîsan 2021 14:01
PeyamaKurd – Wezîrê Karûbarên Derve yê Fransayê Jean Yves Le Driyan, Hikûmeta Sûriyê bi bikaranîna çekên kîmyewî tohmetbar kir û diyar kir, bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Hikûmeta Sûriyê ve belgekirî ne û kes nikare vê yekê înkar bike.
Wezîrê Karûbarên Derve yê Almanyayê Heiko Maas jî da zanîn, divê rejîma Sûriyê li ser bikaranîna çekên kîmyayî bê sizadan.
Herwiha Maas eşkere kir, li gor lêkolînekê derketiye ku Hikûmeta Sûriyê di sala 2018 de çekên kîmyewî bi kar aniye.
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî jî di lêkolînekê de ku raporta wê belav kiriye de destnîşan kiriye, hêzên Hikûmeta Sûriyê di sala 2018 de çekên kîmyewî bi kar aniye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
OPCWê encamên îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî eskere kir
08 gln 2024
Cîhan
Navenda analîzan Wessling AG bikaranîna çekên kîmyewî pistrast kir
28 rbn 2020
Cîhan
Amerîkayê Rûsya bi nixumandina bikaranîna çekên kîmyewî tawanbar kir
29 mjd 2019
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin