Navenda analîzan Wessling AG bikaranîna çekên kîmyewî pistrast kir

29 rêbendan 2020 00:06
Navenda analîzan Wessling AG bikaranîna çekên kîmyewî pistrast kir

PeyamaKurd – Navenda lêkolînkirina ser çekên kîmyewî Wessling AG ya Sîwsreyê ku taqîqegeheke serbixwe ye, bikaranîna çekên qedexekirî ji di êrîşên artêşa Tirkiyê bi ser sivîlên Girê Spî û Sêr Kaniyê de piştrast kir.

Di rapora navendê de ku nimûneyên ser laşên birîndaran analîz hatiye kirin de, hatiye piştrastkirin ku artêşa Tirkiyê çekên qedexekirî yên mîna fosfora spî di êrîşên 9ê Cotmeha 2019an bi ser Rojavayê Kurdistanê de dabû destpêkirin de, bikar aniye.

Berdevkê YPG Nûrî Mehmûd û Nûnerê Rêveberiya Xweser Xalid Îsa li Fransayê li ser wê raporê li Parîsê civîneke rojnamevanî li dar xistin û ragihandin ku taqîgehê raporek derbarê vê mijarê de weşandiye ku hatiye piştrastkirin ji aliyê Tirkiyê ve çekên qedexekirî li dijî sivîlan hatine bikaranîn.

Dr.Ebas Mensuran ê ku qurbanên êrîşar derman dikirin jî di civînê de teqezî li ser bikaranîna çekên kîmyewî kir.

Dema êrîşên artêşa Tirkiyê yên ser Serê Kaniyê û Girê Spî Fermandarê berê yê Foca Kîmyewî, Biyolojî û Nuklerî ya Brîtanya, Hamish de Bretton-Gordon jî bikaranîna fosfora spî teqez kiribû.