Firokeyekî F-16 ya Tirkiye ket
Hate ragihandin ku firokeyeke şerî a F-16 di nîvê şevê de ji parêzgeha Balıkesirê rabûye û ketiye xwarê.
RûpelNews - Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Parastina Tirkiyeyê, di saet 00:56an de têkilî û sînyalên radara firokeyeke F-16 a girêdayî Fermandariya Bingeha Sereke ya Firokeyên Şerî a 9emîn-Balikesir winda bûn.
Hat ragihandin ku operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê hatine destpêkirin û bermahiyên firokeyê hatine dîtin.
Hat ragihandin ku di bûyerê de pîlotî jiyana xwe ji dest da û dê piştî lêpirsîna tîma lêpirsîna bûyerê sedema ketinê were diyarkirin.
