Fînlande bi bihayê 8,4 milyar dolaran ji Amerîkayê 64 balafirên F-35 dikire
11 berfanbar 2021 00:10
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hikûmeta Fînlandeyê wê ji Amerîkayê 64 balafirên şer ên nifşê nû F-35 bikire.
Wezîrê Berevaniya Fînlandeyê Antti Kaikkonen, di daxuyaniyeke rojnamevanî de eşkere kir ku hikûmeta wan biryar daye ji kompaniya herî mezin a cîhanê ya Amerîkî ya hilberînerê çekan Lockheed Martin 64 balafirên F-35 ên şer bikire.
Kaikkonen, da zanîn ku wê 64 balafirên F-35 bi nirxê 8,4 milyar euroyan bên standin û got, wan ev biryar li ser pêdawistiyên xwe daye û dê ew balafir heta sala 2060î jî li asmanan bikarin bifirin.
Herwiha Kaikkonen daye xuyakirin ku wê bi kirîna F-35an re, di salên 2025-2029an balafirên kevin ên F/A-18C/D Hornet êdî neyên bikaranîn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Amerîkayê, bi 428 milyar dolaran çek firotin wî welatî
07 brf 2022
Kurdistan
Iraqê di mehekê de bi bihayê 6 milyar dolaran petrol firot
23 hzr 2021
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin