FIFAyê berbijêrên rahêner û futbolîzên sala 2019an eskere kirin
PeyamaKurd – Federasyona Navnetewî ya Futbolê (FIFA) berbijêrên rahêner û futbolîzên herî baş ên sala 2019an eşkere kirin.
Li ser malpera fermî ya FIFAyê lîsteyên deh kesî yên navên kesên bûne berbijêrên rahêner û futbolîzên salê hatin weşandin.
Piştî dengdana rahêner û qeptanên tîmên netewî yên dewletan û rojnamevanan dê hejmara berbijêran bibe 3 kes û piştre jî li 23yê Îlona 2019an rahêner û futbolîzên bûne yekemîn bên ragihandin.
Futbolîzên bûne berbijêrên salê ev in:
Cristiano Ronaldo (Juventus), Frenkie de Jong (Ajax/Barcelona), Matthijs de Ligt (Ajax/Juventus), Eden Hazard (Chelsea/Real Madrid), Harry Kane (Tottenham Hotspur), Sadio Mane (Liverpool), Kylian Mbappe (Paris Saint-Germain), Lionel Messi (Barcelona), Muhammed Salah (Liverpool), Virgil van Dijk (Liverpool)
Lîsteya rahênerên bûne berbijêrên salê ev e:
Djamel Belmadi (Tîma Netewî ya Cezayir), Didier Deschamps (Fransa), Marcelo Gallardo (River Plate), Ricardo Gareca (Peru), Pep Guardiola (Manchester City), Jurgen Klopp (Liverpool), Mauricio Pochettino (Tottenham Hotspur), Fernando Santos (Portekiz), Erik ten Hag (Ajax), Tite (Brezilya).

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin