Fîdan gefê li PKKê ango YNKê xwar
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fidan gefên xwe yên li ser Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tundtir kir. Fidan angaşt ku; "Êdî cihê PKKê li Bexda, Kerkûk û Mûsilê nemaye."
Hakan Fidan ji ber pêwendiyên wê yên bi PKKê re, bi zimanekî veşartî gefê li Yekîtiya Niştimanên Kurdistanê (YNK) jî xwar û got:
“Bajarê Silêmaniyê bajarekî kevnar e. Ji aliyê exlaqî ve me xemgîn dike ku bajarekî wiha mezin dibe cihê dijminên Komara Tirkiyeyê. Ew ne tenê li derdora Silêmaniyê piştgiriya hebûna rêxistinê (PKK) dikin, ji bo piştgiriya lojîstîkî ya YPGê (Yekîneyên Parastina Gel a Rojavayê Kurdistanê) li Sûriyeyê jî bi kar tînin.”
Wezîrê dewleta Tirk Hakan Fidan di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got:
Di warê ewlehiyê de em bi Iraqê re di nava têkiliyê de ne. Iraq ev 4-5 sal in hema bêje bê şer e. Em hewl didin bi hevahengiyê ligel hikûmetên Bexdayê kar bikin. Em bi taybetî piştgirî didin xebatên xizmetguzariyê. Welatek e ku ev 20 sal in di peydakirina xizmetên bingehîn a ji gelê xwe re zehmetî dikêşe. PKK bi sûdwergirtina ji aloziya li Iraqê qada xwe berfireh kir. PKKya ku nikare 1 santîmetre-çarçik erda Tirkiyeyê kontrol bike, li Sûriye û Iraqê bi piştgiriya hinekan hebûna xwe berfirehtir dike.
Ev jî nîşan dide ku di rastiyê de PKK dijminê welatên ku mazûvaniya wan dikin e. Di vê xalê de zêdetir ziyanê dide me, Iraqê û Sûriyeyê. Wan PKKê wek rêxistineke qedexe ragihandine. Ev pir girîng e. Di vê xalê de, divê ew hevraman bin.
Li Iraqê saziyên cuda yên hikûmetê hene. Girîng e ku ew piştgirî bidin heman mijarê. Ji ber ku em behsa têkiliyek bazirganî ya mezin dikin ku hem aborî û hem jî enerjiyê dihewîne.”
"Hey ku rê nêzîk e divê ew ji rêya xwe vegerin"
Fîdan di derbarê YNKê de jî wiha axivî:
“Dema zext lê tê kirin dibêjin, ‘Ev zexta DYAyê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) ye, hawirdora Silêmaniyê weke pira hewayî bi kar tînin." Em van hincetan qebûl nakin. Bi rastî jî zextên me yên li ser vê mijarê wê bidomin. Hey ku rê nêzîk e divê ew ji rêya xwe vegerin. Êdî li Bexda, Kerkûk û Mûsilê cîhê rêxistina terorê nemaye. Em ê bi hev re siberojê ava bikin. Em bi vî ruhî nêzîkî van aktoran dibin. Gelê Silêmaniyê gelekî qedîm û dostê Tirkiyeyê ye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin