Festîvala Rojên Huner û Çanda Kurdî li Berlînê hat lidarxistin
30 gulan 2022 12:44
PeyamaKurd – Festîvala Rojên Huner û Çanda Kurdî Li bajarê Almanya Berlînê hat lidarxistin.
Hejmareke ciwanên Rojavayê Kurdistanê û navenda Mozayîk a Felestînî, li Berlînê Festîvala Rojên Huner û Çanda Kurdî amade kirin.
Hat zanîn di festîvala ku roja 27ê vê mehê destpêkiribû û do şev bi dawî hat de, hejmarek semînar li ser pirsên siyasî, civakî, dîrokî û çandî hatin pêşkêşkirin, herwiha hejmarek pirtûk hatin îmzekirin û belavkirin.
Herwiha hat ragihandin, di festîvalê de kelûpelên folklorî yên Kurdî, amûrên muzîkê hatin nîşandan û firotin, xwarinên Kurdewarî jî hatin çêkirin.
Di heman demê de hejmarek hunermend beşdar bûn, aheng û dîlana Kurdî jî hate gerandin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Magazîn
Li Silêmaniyê "Forûma Huner û Folklora Kurdî" dest pê kir
29 mjd 2025
Magazîn
Hunermendê Kurdî Resîd Sofî canê xwe ji dest da
18 sbt 2025
Teknoloji

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin