Fermandarekî Heşdî Şabî di encama bordumankirina Telaferê de hat kuştin

01 nîsan 2026 21:41

Desteya Heşdî Şabî ragihand ku îro Çarşemê 1ê Nîsana 2026an, di encama du êrîşên asmanî de li ser baregeha Lîwaya 53yan a Heşdî Şabî li qezaya Telaferê (rojavayê Neynewayê), fermandarê fewceka vê lîwayê hatiye kuştin.

Fermandarekî Heşdî Şabî di encama bordumankirina Telaferê de hat kuştin

RûpelNews - Desteya Heşdî Şabî ragihand ku îro Çarşemê 1ê Nîsana 2026an, di encama du êrîşên asmanî de li ser baregeha Lîwaya 53yan a Heşdî Şabî li qezaya Telaferê (rojavayê Neynewayê), fermandarê fewceka vê lîwayê hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniya fermî ya Heşdî Şabî, fermandarê bi navê Yasîn Mihemed Sadiq di encama van êrîşan de jiyana xwe ji dest daye. Hat diyarkirin ku êrîşa yekem saet 17:50 û ya duyem jî saet 18:40ê êvarê pêk hatiye.

Di encama van her du êrîşan de, endamekî din ê Heşdî Şabî hatiye kuştin û çar kesên din jî birîndar bûne. Desteyê tekez kir ku ev êrîş dê nebin sedema paşdekişandina wan ji parastina welat.