Haşdî Şabî hat bordûmankirin: Herî kêm 30 kes mirin
Hat ragihandin ku baregeha tabûreke taybet a hêzên Haşdî Şebî li taxa Bedr a Kerkûkê bûye armanca êrişan. Li gorî zanyariyên destpêkê di êrîşan de herî kêm 30 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.
RûpelNews - Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin, di êrîşê de hin endamên Haşdî Şabî yên ku di odeyekê de bûn, jiyana xwe ji dest dan. Çavkaniyên ewlehiyê diyar kirin ku ji ber egera êrîşeke duyemîn, ji bo demekê ji bo tîman zehmetî çêbû ku bikevin avahiya navendê.
Hat ragihandin ku di êrîşê de nêzîkî 30 kesan jiyana xwe ji dest dane, û gelek kesên birîndar jî rakirin nexweşxaneyên nêzîk.
Hêj derbarê ku êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
