Fermandarê HSDê ji êrîseke bombeyî rizgar bû
01 mijdar 2020 23:07
PeyamaKurd – Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ku bi ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve ye, Ehmed Xibelê bi nasnav Ebû Xewle ji hewla sûîqesteke li ser wî rizgar bû.
Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî, Ebû Xewle dema ji Hesekê vedigeriya bombeyeke berî hatibû çandin bi wesayîta wê de hat teqandin.
Hat zanîn di bûyera ku li başûrê Hesekê rû daye de, Ehmed Xibel bêyî ku birîndar bibe rizgar bûye, lê hîn derbarê wê êrîşa bombeyî de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Sala borî jî Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş rastî hewla sûîqestê hatibû û birîndar bûbû.
Li gorî zanyariyan şaneyên veşartî yên DAIŞê dijî fermandarên HSDê hewlên kuştinê pêk tînin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Fermandarê HSDê Sîpan Hemo: Sûriye bûye 40 parçe ne çar parçe
31 cot 2025
Jiyan
Li Reqqayê li dijî HSDê êrîseke bombeyî hat kirin!
10 hzr 2018
Jiyan
Mala Netanyahû rastî êrîseke bombeyî hat
17 mjd 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin