Li Reqqayê li dijî HSDê êrîseke bombeyî hat kirin!

10 hezîran 2018 13:01
Li Reqqayê li dijî HSDê êrîseke bombeyî hat kirin!

PeyamaKurd- Li Reqqayê di nava trempêleke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de bombeyeke hate teqandin. Di encama teqînê de kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên herêmî, li bajarê Reqqayê li cadeya Intîfazê ya li taxa Panoramayê di nava otobuseke HSDê de êrîşeke bombeyî çêbû. Di encamê de kesek hate kuştin û 4 kes jî birîndar in. Lê belê nehate eşkerekirin ku kesên kuştî û birîndar sivîl in an çekdarên HSDê ne.

Di van demên dawî de li Rojavayê Kurdistanê û li Herêma Kurdistanê êrîşên IŞÎDê yên li dijî hêzên Kurdan zêde bûne. Berî niha bi çend rojan dîsa li Reqqayê IŞÎDê êrîşî xaleke HSDê kiribû û di encama şêrr de 3 çekdarên IŞÎDê hatibûne kuştin.