Ferhangê Têgihên Derûnnasiyê hat çapkirin
Ji aliyê şeş nivîskar û lêkolîneran ve ‘Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê’ hat amadekirin. Ferhanga ku ji Çapxaneya Avestayê derket ji bo ku bi hêsanî were bikaranîn bi sê beşên wekî; kurdî-îngilîzî-tirkî, îngilîzî-kurdî-tirkî û tirkî-kurdî-îngilîzî hatiye amadekirin.
RûpelNews - Xebatên li ser pêşxistina zimanê kurdî berdewam dikin û kitabên ku berhemên van xebatan in jî di kitêbxaneyan de cihê xwe digirin.
Nivîskar û lêkolînerên wekî Abdulsittar Ozmen, Siyabend Aslan, Abdulsamet Dogan, Gulperî Gunduz, Leyla Turhan û Azad Dildar ve bi ked û xebateke demdirêj û hevpar ‘Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê’ ku ji 392 rûpelan pêk tê amade kirin. Di ferhanga ku ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hat çapkirin de 2 hezar û 755 têgih cih digirin.
“Divê her zanist berî her tiştî zimanê xwe ava bike”
Derbarê ferhengê de Avestayê ev daxuyanî da: “Ziman hafizeya kolektîf a neteweyekê ye. Her zanist gava bixwaze di nav civakekê de şîn bibe, divê berî her tiştî zimanê xwe ava bike. Derûnnasî, wekî zanisteke ku rasterast bi hest, raman û tevgerên mirov re têkildar e, bêyî zimanekî xurt û standard nikare bi pêş bikeve.
Ev berhema li ber destê we, encama deh salan a lêkolîn û tecribeya kovara Psychology Kurdî ye ku tê de 2.755 têgih cih digirin.”
“Ji bo pisporên zanistên civakî jî dê bibe çavkaniyek”
Derbarê xebat û armanca ferhengê de jî wiha hat gotin:
“Ferheng xebateke hevpar e û armanca wê ew e ku ne tenê ji bo derûnnasan, di heman demê de ji bo pisporên zanistên civakî jî bibe çavkaniyeke bingehîn. “Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê” nîşan dide ku kurmancî dikare têgihên herî aloz ên zanistî hilgire.
Her peyva di vê ferhengê de, gaveke berev avakirina "Dibistana Derûnnasiyê ya bi Kurdî" û xurtkirina hesta aîdiyeta miletê kurd e. Ev xebat, ji bo armanceke hîn mezintir gava destpêkê ye. Em hêvî dikin xebatkarên qadê û hemû kesên têkildar bi hêsanî jê sûd wergirin û ferheng ji bo xebatên hîn geştir bibe çavkaniyek.”
