FBI: Me ti encam ji lêpirsîna teqîna bendera Beyrûdê bi dest nexist
PeyamaKurd – Saziya Lêpirsînên Federalî ya Amerîkayê (FBI) encamên lêpirsîna xwe ya li ser teqîna bendera Beyrûdê ya 4ê Tebaxê rû dabû û zêdetirî 200 kesan can dabû, daxuyanî da.
Berdevka Nivîsgeha FBI ragihand ku heta niha encameke giştî nehatiye bidestxistin û bal kişand ser rapora berê ya FBIyê ya tê de hatibû gotin:
“Em ê hevalbendên xwe yên Lubnanî di lêpirsînan re derbas bikin. Divê hin pirsên din ji hikumeta Lubnanê bêne kirin, ji ber ku ew aliyê fermî yê lêpirsînê ye.”
Dadmend Fadî Sewan raporek ji Nivîsgeha Lêpirsînên Federala a Amerîkayê wergirtibû û hîna jî li bendê ye ku pisporên teqînan ên fransî û brîtanî raporên bi vî rengî bidin.
Çavkaniyekî hikumetê yê Ewropayê destnîşan kir ku pisproên fermî yên ewropî jî dibêjin teqîn qezayek bû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin