Encama teqîna Beyrûdê: 73 kes kustî, 3 hezar û 700 kes birîndar
PeyamaKurd – Do li paytexta Lubnanê Beyrûdê li ser bendera deryayê teqîneke mezîn çêbû. Di derbarê teqînê de Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê dibêje, li Beyrûdê zêdetirî 70 kesan kuştî hene.
Li gor Hamad Hasan destnîşan kir, di wê teqîna hêzdar de, 73 kes kuştî û 3 hezar û 700 kes jî birîndar bûne.
Herwiha Serokomarê Lubnanê Michel Aoun diyar kir, teqîn ji ber 2750 ton amonyum nitrat çêbûye.
Aoun got, divê ji ber encamên teqîna hêzdar, rewşa awarte bê ragihandin.
Serokwezîrê Lubnanê Hasan Diab jî da zanîn, wê berpirsên teqînê cezayên xwe bistînin. Herwiha Diab diyar kir ‘‘karesateke neteweyî’’ çêbûye û bang li dewletên din kir alîkariyê li Lubnanê bikin.
Hizbulah, ku li Lubnanê yek ji tevgerên bi hêz e, piştî teqînê bang li gel kir û got bala xwe bidin ser ‘’yekîtîya neteweyî’’
Îsraîlê piştî teqînê ragihandibû ku tu peywendîya wan bi wê bûyerê re tune û ji Lubnanê re alîkarî pêşnîyaz kiribû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin