Encama teqîna Mogadîsoyê. 20 kustî û 30 birîndar

06 adar 2021 23:52
Encama teqîna Mogadîsoyê. 20 kustî û 30 birîndar

PeyamaKurd – Li welatê Somaliyê li bajarê Mogadîşoyê nêzî lîmanê li ber xwaringeha bi navê Lûl Yemenî, ereba teqemenî barkirî hat teqandin û di encamê de 20 kes jiyana xwe ji dest dan û 30 kes birîndar bûn. Teqîn do bi şev çêbû lê encama teqînê nehatibû ragihandin.

Ji ber bandora teqînê avahiya xwaringehê bi temamî roxiyaye.