Teqîna Samê DAISê girt ser xwe: 2 kustî, 3 birîndar
11 gulan 2023 21:50
PeyamaKurd – Doh 10ê Gulanê li navenda paytexta Sûriye Şamê êrîşeke bombeyî bi ser navend û otomobîla polîsan de hatibû kirin ku DAIŞê ew êrîş li xwe girt.
Derbarê bûyerê de, Wezareta Navxwe ya rejîma Sûriyê ragihand ku di encama teqîna doh a li dijî navendeke polîsan li taxa Berzê ya Şamê de hejmara kuştiyan zêde bûye û 2 kesan can daye, 3 jî birîndar bûne.
Hat eşkerekirin ku di encama teqînê de serbazekî hêzên Sûriyê jî hatiye kuştin.
Hêjayî gotinê ye, ev êrîşa DAIŞê dema ku li Moskowê civîna çaralî ya ji bo asayîkirina pêwendiyên Şam-Enqerê dewam dikir, pêk hatibû.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Teqîna DAISê: 5 kustî, zêdetirî 40 birîndar…
02 adr 2023
Cîhan
Li Rojava operasyona terorîstên DAISê: 4 girtî, 2 kustî
11 îln 2019
Cîhan
HSD: Me di meha Mijdarê de 11 endamên DAISê girtin
04 brf 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin