Encamên teqîna Taylandê hatin eskerekirin
31 tîrmeh 2023 19:00
PeyamaKurd- Li ser teqîna ku di 29ê Tîrmehê de li herêma Sungaiyê di embareke fişekên hewayî de teqînek çêbûbû, ji aliye rayedarên Taylandê ve daxuyanî hat dayîn.
Li gorî hat ragihandin, di derbarê encamên teqînê de daxuyaniya fermî hat dayîn û hat diyarkirin ku teqîn di embara fişekên hewayî ya li herêma Sungai Kolok a eyaleta Narathiwas a Taylandê de çêbûye û hat diyarkirin ku hejmara miriyan gihîştiye 12an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 121an.
Hat zanîn ku malên li derdora embarê zirar dîtine û hejmara xaniyên hilweşiyane jî gihîştiye 50yî.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat eşkerekirin ku di depoyê de bê ruxset fişekên hewayî dihatin girtin û haya kesên li herêmê dijîn ji vê yekê tunebûye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Encamên hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê hatin eskerekirin!
10 hzr 2024
Jiyan
Encamên destpêkê yên hilbijartinên Tirkiyê hatin eskerekirin
15 gln 2023

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin