Ewlehiyê Iraqê: Herêma Kesk a Bexdayê bi 4 mosekan hat armanckirin.
30 tebax 2022 13:59
PeyamaKurd – Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê diyar kir, Herêma Kesk a Bexdayê bi 4 moşekan hat armanckirin.
Li gor Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê da zanîn, îro 30yê Tebaxa 2022an, 4 moşek li Herêma Kesk a Bexdayê ketin.
Hat zanîn ku Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê zengilê hişyariyê lê da û sîstema berevaniya asmanî xiste kar.
Piştî Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir destê xwe ji karê siyasî vekişand, alîgirên Sedir derbasî Herêma Kesk bûn û rewşa Bexdayê aloz bû.
Herwiha di encama alozî û pevçûnên di navbera xwepêşander û hêzên çekdar ên li Herêma Kesk de, 20 xwepêşanderan can dane û zêdetirî 300 xwepêşander jî birîndar bûne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Iraq | Çûnûhatina Herêma Kesk a Bexdayê hate qedexekirin
04 rbn 2024
Jiyan
Amerîka hêzên xwe li Herêma Kesk ya Bexdayê bicîh dike
30 tbx 2022
Cîhan
Li Bexdayê alozî | Hesda Seibî bi ser Herêma Kesk de girt!
26 gln 2021

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin