Esper: Bi serê xwe ‘fermana dagirkirinê’ da, berpirsê hemû sûcan Erdogan e
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Mark Esper, bi êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê û tawanên şer ên rû didin, Erdogan tawanbar kir.
Esper li ser twitterê got, “Ev çalakiya yekalî ya Tirkiyê bê berpirsiyartî û bê fikirîn hatiye kirin. Berpirsiyariya encama vejandina DAIŞê, tawanên şer ên muhtemel û krîza mirovî ya mezin dibe hemû li ser Erdogan e.”
Esper herwiha êrîşa Tirkiyê wekî ‘fermana Erdogan a dagirkirinê’ nirxand û got, “Ev bû sedema windahiyên zêde yên canî, koçberbûn, hilweşîn, têkçûna ewlehiyê û gefeke mezin li ser leşkerên Amerîkayê çêkir.”
Esper da zanîn ku niha hêzên Amerîkayê bi planekê vedikişin û êrîşa Tirkiyê jî rîska şer û aloziyan ku tê xwestin wan jî bikişînin nav.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin