Berpirsê PDKê: PKK ji bo vê herêmê nehatiye damezirandin lê bûye serêsek jê re
PeyamaKurd – Berpirsê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Germiyanê Ekrem Salih li ser liv û tevgerên PKKê li herêmê axivî û got, PKK li devera Germiyan bi alîkarî û hêsankariya hinek sazî û aliyan kar dike û xwe organîze dike û bi eşkere baregehên wan hene.
Berpirsê liqa 22 ya PDKê li Germiyan Ekrem Salih ji BasNewsê re daye xuyakirin, “PKKê şerê xwe ji Bakur derbasî Herêma Kurdistanê kiriye, ev jî bûye serêşek ji Herêma Kurdistanê re. Xêra PKKê tenê ji bo dijminan e û ti sûda wê ji bo kurdan nîne. PKK ji bo vê herêmê nehatiye damezirandin û divê li vir nemîne.”
Li ser bombekirina otomobîla PKKê ji aliyê Tirkiyê ve li Germiyanê jî berpirsê PDKê diyar kir, “Ew bûyer tiştekî sosret bû ji bo xelkê deverê ji ber ku cara yekem e dronên Tirkiyê wê deverê bombardiman dikin. Ev me nîgeran dike.”
Ekrem Salih da zanîn, PKK bi alîkarî û hêsankariya hinek sazî û aliyan li Germiyan belav bûye û xwe organîze dike û baregah vekirine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin