Belarûs: Berpirsê serê Rusya û Ukraynayê, NATO ye!
PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Belarusê Uladzimir Makey, li ser şerê navbera Rusya û Ukraynayê, NATO tawanbar kir. Uladzimir Makey da zanîn ku berpirsê sereke yê vî şerî, welatên Rojava û NATO ye.
Di Rûniştina 77emîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de axaftinên rayedarên welatên endamên NYê, dewam dikin. Wezîrê Karên Derve yê Belarûsê Uladzimir Makey jî bi axaftina xwe ya ku di vê civatê de kir, bala raya giştî ya cîhanê kişand.
Uladzimir Makey di axaftina xwe de got,
“Sedema bingehîn a şerê li Ukraynayê, heta 30 sal berê ya şerê sar diçe. Yê ku divê berpirsiyariya xwîna ku li Ukraynayê dirije bigire ser xwe, Rojavaya kolektîf e.
Rojava, bi hewila ku NATOyê dorfireh bike, hewilnedana ewlehiya aliyekê, ji bo bidestxistina ewlehiya aliyên din a ku rêgezeke jiyanî ya ewlehiyê ye, binpê kir.”
Wezîr Makey di dawiya axaftina xwe de got ku NATO û Rojava, di nav hewilê de ne ku xwe ber bi rojhilat ve dorfireh bikin û ji bo vê jî hem berjewendiyên ewlehiya rewa ya Belarûsê hem jî ewlehiya Rusyayê, ji nedîtî ve hatine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin