Esed: Pûtîn berevaniya dinyayê, edaletê û mirovatiyê dike, em ligel wî ne!

25 sibat 2022 22:27
Esed: Pûtîn berevaniya dinyayê, edaletê û mirovatiyê dike, em ligel wî ne!

PeyamaKurd – Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed îro 25ê Sibatê roja Înê ligel Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn pêwendiyeke telefonî pêk anî û piştgiriya xwe ji bo wî diyar kir.

Esed li ser êrîşa bi fermana Pûtîn a dagirkirina Ûkraynayê got: “Rûsya îro ne tenê berevaniya xwe berevaniya dinyayê, edaletê û prensîbên mirovatiyê dike. Li Sûriyê terorîst û li Ûkraynayê jî nazî. Sûriye ligel Federasyona Rûsyayê ye.”

Esed herwiha gotiye ku mafê Rûsyayê ye li dijî berfirehbûna NATOyê derkeve.