Nêçîrvan Barzanî û Sererkanê Berevaniya Brîtanyayê gesedanên herêmî gotûbêj kirin

12 berfanbar 2024 17:02
Nêçîrvan Barzanî û Sererkanê Berevaniya Brîtanyayê gesedanên herêmî gotûbêj kirin

PeyamaKurd – Îro pêncşemê, (12.12.2024) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Sererkanê Bergiriyê yê Brîtanyayê Admiral Sir Antony Radakin civiya û wan di civînê de rewşa niha ya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên bilez ên li herêmê gotûbêj kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî pêşwaziya Admiral Radakin li gel şandeke pilebilind a leşkerî û dîplomatîk kir.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de rola Brîtaniyayê û piştgîriya wê ya berdewam a bo Iraq û Herêma Kurdistanê bilind nirxand û spasiya hêzên Brîtanyayê kir ji ber ku di çaksazîkirina Wezareta Pêşmerge û yekxistina hêzên Pêşmerge de alîkariya Herêma Kurdistanê kirine.

Ji aliyê xwe ve Admiral Radakin pabendbûna Brîtanyayê ya bo bihêzkirina hevkariyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dupat kir. Wî bal kişand ser giringiya hevahengiyê ji bo misogerkirina serkeftina bizavên li dijî terorê û parastina aramiyê ya li herêmê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, di hevdîtinê de çend mijarên din ên balkêş jî hatine gotûbêjkirin.