Ersat Salihî: “Ez qebûl nakim Pêsmerge dagere Kerkûkê”
PeyamaKurd – Serokê berê yê ITC ê ku cepha Turkmena ya bi ser Tirkiyê bû, di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku ew ti carê qebûl nake ku Pêşmerge here Kerkûkê lê li aliyê dinê parlementerê PDK ê Şaxewan Abdullah ragihand ku di çarçoveya peymanê de, wê Pêşmerge dagere Kerkûkê. Salihî weha got:
“Li ser peymana ku serokwezîr Kazimî bi Hewlêrê re lihev kiriye da Pêşmerge dagere Kerkûkê, ez weka şexs min ti carê qebûl nekir û ez ê nekim jî. Lê tiştê ez lê şaş dimînim siyasetmedarên Turkmen û partiyên Turkmen li ser mijarê bêdeng dimînin.”
Dema gotinên Salihî ji Şaxerwan Abdullah re hatin gotin ji Rûdawê re weha got:
“Di peymanê de tê gotin ku ewlehiya Kerkûkê ji bo ajandayên herêmî û dinyayê nayên qurbanîkirin. Li gor peymana navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê; Pêşmerge dadigere herêmên navbera Kerkûkê û Artêşa Iraqê. Li van derveran ewlehî tineye û di êrîşan de IŞİD van deveran bikartîne. Ti hêzekî nikare rê li ber vegera Pêşmerge rê bigre û wê Pêşmerge dagere Kerkûkê.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin