Erdogan: Ez qebûl nakim ku êrîsê Putin bikî
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di zîrwa ciwanan ya 3em ya Tirkiyê de axifî. Li ser ku serokê CHP ê û hem namzedê serokkomariya Tirkiyê Kemal Kılıçdaroğlu li ser îstîfa namzedê serokkomariyê Muharrem İnce gotibû ku komploya videoya İnce, ji aliyê Rûsya de hatiye kirin, Erdoğan got:
“Bay Kemal êrîşê birêz Putin dike, êrîşê Rûsyayê dike. Kılıçdaroğlu dibêje ku Biden gotiye divê Erdoğan têkhere. Di qeydiyan de heye. Lê tu acizî. Ji ber dema Biden got, min negot bê Biden çima wisa got. Lê ez Biden ji te bêhtir nasdikim. Niha wexta te êrîşê Putin kir ez qebûl nakim. Têkiliyên me yên niha yên bi Rûsya re ji têkiliyên bi Amerîka re kêmtir nîne. Bay Kemal, tu nizanî îdarekirina dewletê çiye, tu fêm nakî.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin